Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wê akademîsyen û nûnerên STKyan guhdar bike

TBMM
Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wê di civîna 10emîn da akademîsyenan, di civîna 11emîn da jî nûnerên saziyên civaka sivîl (STK) ên ku li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê fealiyetê dikin, guhdar bike.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Meclisê hat dayîn, Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku li gor armanca "Tirkiyeya Bêteror" li Meclisê hat avakirin, wê di 17 û 18ê Îlonê da bi serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş li Salona Merasimê ya Meclisê bicive.
Civîna 10emîn a komîsyonê wê 17ê Îlonê roja Çarşemê were kirin û di rûniştina yekemîn a civînê da Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglu, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar, di rûniştina duyem da jî Fatih Ulusoy, Huseyîn Oruç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose wê fikrên xwe bêjin.
Civîna 11emîn a komîsyonê wê 18ê Îlonê roja Pêncşemê were kirin û di rûniştina yekemîn a civînê da nûnerên Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfederasyona Gundparêzên Ewlehiyê yên Anadoluyê û Malbatên Şehîdan, Weqfa Alimên Medreseyan, Komeleya Zilamên Tevgera Teblîx, Tedrîs Îlîma Îslamî, Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazan a Başûrê Rojhilatê, Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê wê werin guhdarkirin.