Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê dayikan çalakiya xwe ya li ber DEM Partiyê domand

Sabri Yıldırım  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 07.01.2026
Li Mûşê dayikan çalakiya xwe ya li ber DEM Partiyê domand Sabri Yıldırım

Muş

 Li Mûşê dayikên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandiye çiyê, çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Mûşê ya DEM Partiyê domand.

Malbatên ku roja Çarşemê li ber DEM Partiyê kom dibin, vê hefteyê jî çalakiya xwe kirin.

Malbatên ku wêneyê zarokên wan di destê wan da ne bi pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsî va bertek nîşanî DEM Partiyê û PKKya rêxistina terorê dan.

Halît Altunê ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye, ji rojnamevanan ra got ku kurê wî 12 sal berê hatiye revandin.

Altun diyar kir ku ew 9 sal in ji bo ku bigihêje kurê xwe têdikoşe û wiha pê da çû:

"Em bê westan li dû ewladên xwe ne, em guh nadin berf û sermayê. Em zarokên xwe ji wan dixwazin. Ez bang li wan dikim ku teslîm bibin; bila werin û ji qanûnê sûd werbigirin. Hûn rehmê li xwe nakin, rehmê li me bikin. Em bi salan e bi vê hesretê dijîn. Em çalakiyên xwe ji bo we didomînin. Emê nobedariya xwe bernedin; emê heta dawiyê şer bikin."

Dayik Naciye Sonmez Yıldızê got, "10 sal berê kurê min revandin. Em têkoşîna xwe didomînin. Em li vir di vê sermayê da li benda wan in. Em dixwazin ew teslîm bibin. Emê dev ji doza xwe bernedin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.