Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî yên dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand

Sabri Yıldırım  | 19.11.2025 - Rojanekırın : 20.11.2025
Malbatên Mûşî yên dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand Sabri Yıldırım

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.

Malbatên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê tên bal hev, vê hefteyê jî çalakiya xwe domand.

Dê û bavan pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" hatiye nivîsandin, vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên wan di destên xwe girtin, bang li wan kirin ku ew teslîm bibin.

Ayten Koçhana ku tevlî çalakiyê bûye got 10 sal in ew tu xeberê ji kurê xwe hilnade, dixwaze ku bigihêje kurê xwe û wiha axivî: "Kurê min, werin û teslîm bibin. Dê û bav, bila êdî negirîn. Em her şev li ber televîzyonê ne ku xeberekê ji we hildin. Ez 10 sal in bi hesreta ewlad dijîm. Êdî bes e werin û teslîm bibin. Heta ku kurê min vegere ez ê çalakiyê bidomînim."

Naciye Sonmez Yildiza ku ji bo kurê xwe Osman beşdarî çalakiyê bûye jî wiha got: "Her tişt baş dibe, her tişt ber bi başiyê va diçe. Kurê min, hûn jî heke dengê me dibihîzin werin û teslîm bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.