Serokê TBMMê Kurtulmuş serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Bakirhan û Hatimogullari kir
TBMM
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê û Tuncer Bakirhan kir.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî li koma TBMMê ya DEM Partiyê birêva çû û nêzîka 30 deqîqeyan ajot.
Piştî civînê Kurtulmuş ji rojnamevanan ra got ku wî ji bo beşdariya wê ya di xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da spasiya xwe pêşkêşî DEM Partiyê kiriye.
Kurtulmuş got, "Di çareserkirina pirsgirêka herî giran a dîroka Komara me, pirsgirêka çek, tundûtûjî û terorîzmê da xalek dîrokî hatiye bidestxistin."
Kurtulmuş diyar kir ku Komîsyonê rapor bi biryareke yekdengî amade kiriye û TBMM jî dê di pêvajoya pêkanîna raporê da rolek bilîze.
Kurtulmuş tekez kir ku niyeta baş a dualî, samîmiyet û vebûn di hewildanên bi armanca "Tirkiyeya bêteror" da pir giring in û wiha pê da çû:
"Tirkiye êdî dê vê pirsgirêkê li dû xwe bihêle û qet, qet paşve venagere. Ji ber ku em heta vê astê hatine û nêzîkî çareseriyê ne, em ê rola xwe ya siyasî bilîzin. Tiştê ku ji axaftina her kesî di odeyên dengvedana xwe da bi qîmettir e, ew e ku her kes bi hev ra li ser rojeva giştî ya Tirkiyeyê biaxive. Ez bawer dikim ku ev bi raporê hatiye bidestxistin. Bê guman, ev ne dawiya her tiştî ye, lê destpêka gavên ku ji niha û pê ve werin avêtin e. Komîsyonê ev berpirsiyariya dîrokî bi serkeftî bi cih aniye. Bi bicihanîna vê berpirsiyariyê, hemû partiyên siyasî yên ku piştgiriyê didin Komîsyonê erkên xwe bi cih anîne."
Kurtulmuş diyar kir ku dema pêvajo biqede, ya ku qezenc bike dê Tirkiye û 86 milyon mirovên wê bin û got ku di dawiya vê pêvajoyê da, Tirkiye dê li herêma xwe wekî welatekî bihêz û pêşeng derkeve holê û demokrasî dê bi ser bikeve.
Kurtulmuş diyar kir ku ew ê Tirkiyeyekê ava bikin ku 86 milyon mirovên bi nasnameyên etnîkî û olî yên cuda di nav aştî û ewlehiyê de bijîn û got ku ew hêvî dike ku ev xebata ku wan wekî "modela Tirkiyeyê" pêşkêş kir, wekî mînakek ji bo çareserkirina nakokiyan li seranserê cîhanê were nîşandan.
Hevserokê Partiya DEM Bakirhan diyar kir ku wan bi Serokê Parlamentoyê Kurtulmuş ra xebateke ya baş meşandiye û di rojeva wanda ew rapor hebûye. Her wiha wan li ser gavên ku di serdema pêş da werin avêtin jî nêrînên xwe parve kirine.
