Serokomar Erdogan: Rêvebiriya Îsraîlê çiqas nirxên însanî hebin binpê dike
09 Mijdar 2023•Rojanekirin: 09 Mijdar 2023
Serokomar Erdogan: "Rêvebiriya Îsraîlê çiqas nirxên însanî hebin binpê dike û hê jî dibistan, mizgeft, dêr, nexweşxane û zanîngehan bombe dike."
"Ji sedî 73yê nêzikî 11 hezar Xezeyiyên ku ji hêla Îsraîlê va bi xederane tên kuştin jin û zarok in."
"Heta niha 11 hezar jin û zarok hatin kuştin, lê dinya bêdeng e. Di serî da Amerîka, Rojava gişk bi hev ra bêdeng in."
"Heta niha me zêdeyî 230 tonî alavên alîkariya mirovî bi 10 balafiran bi piştgiriya birayên me yên Misrî sewqî Balafirgeha El-Arîşê kir."
"Teşkîlata Hevkariyê ya Aboriyê ya ku nifûsa wê 500 milyon e û dahata wê digîhêje 1,5 trîlyon dolarî ji vê hêlê va bêşik pir girîng e."
"(Êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê) Heger Teşkîlata Hevkariya Aboriyê bi hev ra, weke Misilman em îro dengê xwe dernexin û bilind nekin, em ê çi çaxê dengê xwe derxin."
"Bi bidawîbûna dagiriya ku li Qerebaxê zêdeyî 30 salan dewam kir va em dibînin li herêma me em gaveke din jî nêzîkî aştiya mayînde bûne."
"Tirkên Qibrîsê bi helwestên derî hiqûqê û bi neheqî di bin zext û îzolasyonê da ne û wezîfeya me hemûyan e ku em dengê wan ragihînin."
Serokomar Erdogan: Rêvebiriya Îsraîlê çiqas nirxên însanî hebin binpê dike