Serokomar Erdogan: Rêvebiriya Îsraîlê hê jî çiqas nirxên însanî hebin binpê dike
Elif Küçük
09 Mijdar 2023•Rojanekirin: 10 Mijdar 2023
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Rêvebiriya Îsraîlê çiqas nirxên însanî hebin binpê dike û hê jî dibistan, mizgeft, dêr, nexweşxane û zanîngehan bombe dike."
Erdogan li Taşkenda paytextê Ozbekistanê di Civîna Serokan ya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê û wiha got, "Ji sedî 73yê nêzikî 11 hezar Xezeyiyên ku ji hêla Îsraîlê va bi xederane tên kuştin jin û zarok in. Rêvebiriya Îsraîlê çiqas nirxên însanî hebin binpê dike û hê jî dibistan, mizgeft, dêr, nexweşxane û zanîngehan bombe dike. Heta niha 11 hezar jin û zarok hatin kuştin, lê dinya bêdeng e. Di serî da Amerîka, Rojava gişk bi hev ra bêdeng in."
Erdogan di axaftina xwe da got, heta niha me zêdeyî 230 tonî alavên alîkariya mirovî bi 10 balafiran bi piştgiriya birayên me yên Misrî sewqî Balafirgeha El-Arîşê kir.
Serokomar Erdogan destnîşan kir Teşkîlata Hevkariya Aboriyê ya ku nifûsa wê 500 milyon e û dahata wê digîhêje 1,5 trîlyon dolarî ji vê hêlê va bêşik pir girîng e.
Erdogan balê kişand ser êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê û got heger Teşkîlata Hevkariya Aboriyê bi hev ra, weke Misilman em îro dengê xwe dernexin û bilind nekin, em ê çi çaxê dengê xwe derxin.
Serokomar Erdogan got ku bi bidawîbûna dagiriya ku li Qerebaxê zêdeyî 30 salan dewam kir va em dibînin li herêma me em gaveke din jî nêzîkî aştiya mayînde bûne.
Erdogan di berdewamiyê da jî wiha axivî, "Tirkên Qibrîsê bi helwestên derî hiqûqê û bi neheqî di bin zext û îzolasyonê da ne û wezîfeya me hemûyan e ku em dengê wan ragihînin."
Serokomar Erdogan: Rêvebiriya Îsraîlê hê jî çiqas nirxên însanî hebin binpê dike