Mustafa Hatipoğlu
24 Îlon 2023•Rojanekirin: 25 Îlon 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser deweta Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev çû Naxcivanê.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, di hevdîtinên ku Serokomar Erdogan û Aliyev wê bikin da têkiliyên du alî yên Tirkiye û Azerbeycanê wê werin rojevê, geşedanên dawîn ên li Qerebaxê di serî da her du serokomar wê der barê mijarên herêmî û kurewî yên rojane da fikrên xwe ji hev ra bêjin.
Tê payîn ku Erdogan û Aliyev wê beşdarî merasima xîmavêtinê ya Xeta Boriya Xaza Siruştî ya Îdir-Naxcivanê bibin, Kompleksa Eskerî ya Naxcivanê vekin.