Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra hevdîtin kir

Merve Yıldızalp Yormaz  | 24.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra hevdîtin kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra hevdîtin kir.

Erdogan li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi Serokomarê Fransayê Macron ra hevdîtin kir.

Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Karên Derva û Ewropayê yê fransayê Jean-Noel Barrot jî cî girtin.

 - Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron da daxuyanî da

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe da ya bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Maron ra da zanîn ku diyaloga bi Fransayê ra ji bo Tirkiyeyê girîng e, dê hewldanên xwe bidomînin ku bi Fransayê ra bazirganî,vejen, pîşesaziya parastinê û di gelek qadan da hevkariyê pêş bixin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdoganê ku ji bo Lijneya Giştî ya 80emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye û Serokomarê Fransayê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye û Fransayê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku diyaloga bi Fransayê ra girîng e, dê hewldanên xwe bidomînin ku bi Fransayê ra bazirganî,vejen, pîşesaziya parastinê, gelek qadan da hevkariyê pêş bixin.

Erdogan destnîşan kir Tirkiye biryardar e ku bi Yekîtiya Ewropayê ra têkiliyên xurt bikin û pêş bixin û got ku demildest şixûlandina mekanîzmayên hewce dê bi kêr bê.

Serokomar Edogan diyar kir ku Tirkiye ji bo aştiya adil û mayinde ya di navbera Rûsya-Ukraynayê da gelekî hewl dide, dixwaze ku mizakereyên li Stenbolê bi nêrîna ku bigihêje encamê pêş bixin.

Erdogan ji ber ku Fransayê Filistîn wekî dewlet nas kir Macron pîroz kir û got ku ji bo çareseriya du dewletî pêkan e ku zêdekirina pêkûtiya navneteweyî ya dijî birêvebiriya Netanyahu encamê bîne, di vê rêyê da berdewama peywendiya di navbera Tirkiye û Fransayê da girîng e.

Serokomar Erdogan bi Macron ra rewşa li Sûriyeyê, dijminahiya biyaniyan a li Ewropayê belav dibe û sûcên nefretê da jî guftûgo kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.