Kaan Bozdoğan
07 Sibat 2025•Rojanekirin: 08 Sibat 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra bi têlefonê axivî.
Li gor parvekirina ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da têkiliyên Tirkiye û Fransayê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku zêdekirina diyaloga di navbera herdu welatan da dê piştgiriya erênî bide têkiliyan û di serî da pîşesaziya parastinê di gelek qadan da potansiyela hevkariyê ya Tirkiye û Fransayê heye.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir ku bi îsabet e ku Yekîtiya Ewropayê (YE) mueyideyên dijî Sûriyeyê rawestand û girîng e ku di heyama nû da ev bên rakirin û got ku piştgiriya Tirkiyeyê ya bo Sûriyeyê dê bênavber dewam bike.
Serokomar Erdogan got ji bo ku di navbera Hemas û Îsraîlê da agirbest bê parastin û ji bo çareseriya mayînde divê dest bi xebatan bikin.