Ömer Yasin Ergin
05 Sibat 2025•Rojanekirin: 06 Sibat 2025
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê îdiaya 'ewê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê 15ê sibatê ji bo danîna çek bangekê bike', got, "Tevî ku bi zelalî naveroka daxuyaniyê nayê zanîn, ez dixwazim destnîşan bikim ku di daxuyaniyê da çareseriya pirsa Kurdî bi rêyên demokratîk û demokratîkkirina Tirkiyeyê heye."
Tuncer Bakirhan li Navenda Çand û Kongereyê ya Sezaî Karakoçê ya li Yenîşehîra navçeya navendî ya Diyarbekirê beşdarî bernameya "Hevdîtinên Aşitî û Azadiya Civakî" bû û gotareke pêşkêş kir.
Bakirhan di gotara xwe da anî ziman ku li çar aliyên Tirkiyeyê bernameyên bi vî hawî tên lidarxistin û got, "Li Tirkiyeyê pêvajoyek ku bi Cenabê Bahçelî destpê kir û heyeta me 2 caran serdana Îmraliyê kir. Li ser vê gelek nîqaşên giring hene. Em hêvîdar in ji van nîqaşan pêvajoyek derkeve holê û veguhêze bo pêvajoyeke aşitiyê. Tenê xwestina vê jî têr nake, divê di heman demî da binesaziya wê bê sazkirin. Pêdivê hemî alî di rêya çareseriya vê pirsê da îradeyê derxîne holê."
Bakirhan derbarê îdiaya ewê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê 15ê sibatê ji bo danîna çek bangekê bike, got, "Dibe ku mijar ne tenê mijara bangekê be, heye bang bê kirin. Me berê jî got, di vê mijarê da amadekariyeke Ocalan heye, me anî ziman ku ji bo daxuyaniyeke gelekî dîrokî amadekariyê dike."
Tuncer Bakirhan herwiha got, "Tevî ku bi zelalî naveroka daxuyaniyê nayê zanîn, ez dixwazim destnîşan bikim ku di daxuyaniyê da çareseriya pirsa Kurdî bi rêyên demokratîk û demokratîkkirina Tirkiyeyê heye."
Di bernameyê da ji bo serkirdeyê rêxistina terorê Abdullah Ocalan druşm hatin xwendin.