15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
PEKÎN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku li Washingtonê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump ra hevdîtinê bike, bi "CAN"a balafira taybet li gor saeta Tirkiyeyê 09.25an da ji Pekînê bi rê ket ku here Emrîkayê.
Serokomar Erdogan li Komara Gel a Çînê di çarçoveya "Forûma Herêm û Rê" da beşdarî xwarinê bû.
Erdogan piştî xwarinê ji bo ku here Emrîkayê derbasî Balafirgeha Navneteweyî ya Paytext Pekînê bû. Balyozê Tirkiyeyê li Pekînê Alî Murat Ersoy, Balyozê Komara Gel a Çînê li Enqereyê Yu Hongyang û rayedarên din Erdogan li balafirgehê bi rê kirin.
Erdogan û Emîne Erdogana jina wî û bi tevî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak û Wezîrê Parastina Millî Fîkrî Işik va çû Emrîkayê.
- Erdogan dê bi Trump ra yek û yek hevdîtinê bike
Serokomar Erdogan wê li Washingtonê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump ra di 16ê gulanê da yek û yek û bi heyetî hevdîtinan bike.
Erdogan di çarçoveya ziyaretê da wê nûnerên saziyên civata sivîl û fikrî û nûnerên karsazan jî cuda cuda qebûl bike.