Muhammet Kurşun
15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bal kişand ser wê yekê ku nehezên Kurdistanê dixwazin xwekêmzanîn û bêîradebûnê di nav gencan de belav bikin û got: "Divê mamosta rê nedin hewlên nehezan û xebatên wan bi ser bikevin. Lewra nehez dixwazin hestê xwekêmzanîn û bêîradebûnê di nav zarok û gencên me de belav bikin. Hewce ye mamoste ji zarokên me re bibêjin ku nabe qurbaniyên milletê me bêencam bin. Divê bi umîdeke mezin bo pêşerojeke ronîdar gavan bavêjin."
Barzanî, bi munasebeta 55emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyamek weşand û pîrozbayî li wan kir.
Serokê Herêmê behsa fedakariya mamostayan kir û got ew jî qek Pêşmerge di rêza yekem a têkoşînê de bûn û bi dehan şehîd dane.
Ji bo xweragiriya di rojên teng û zehmet de Barzanî sipasiya mamostayan kir.
Di peyama xwe de Barzanî behsa şerê DEAŞê jî kir û wiha nirxandin kir:
"Bi saya qehremaniya Pêşmergeyê Kurdistanê efsaneya DEAŞê bi destê lawên Kurdistanê hat şikandin. Herwiha pêngavên mezin li pêş milletê me ne. Divê mamostayên me bi heman rûhê Pêşmergayetî di nav xebatê de bin. Lazim e bi heman hestê nîştimanperwerî û kurdayetî di nav neviyên îro de xebata xwe bimeşînin."
Barzanî qewêtiyên xwe ji bo mamostayan wiha domandin:
"Divê mamosta rê nedin hewlên nehezan û xebatên wan bi ser bikevin. Lewra nehez dixwazin hestê xwekêmzanîn û bêîradebûnê di nav zarok û gencên me de belav bikin. Hewce ye mamoste ji zarokên me re bibêjin ku nabe qurbaniyên milletê me bêencam bin. Divê bi umîdeke mezin bo pêşerojeke ronîdar gavan bavêjin."