Ji bo bibîranîna karkerên ku di bobelata Somayê de can dan dezgeha hizrê ya Navenda Siyasetê ya Tirkiyeyê li ser medyaya civakî bang kir û qasî 50 welatiyên Tirkiyeyê berêvarê li pêşiya Qesra Spî li hev civiyan. Hin kesên ji komê baretên karkeran dan serê xwe. Mirovên ku li hev civiyan bi findan ve li erdê "Soma Bîrnebe" nivîsîn. Endamên koma ku ji bo nîşandana rêza xwe deqeyekê çik sekinîn û pişt re Sirûda Rizgariyê xwendin.
Ji bilî vê hat ragihandin ku ji bo malbatên karkerên kanê yên ku di bobelatê de mirin kampanyaya xêrê dan destpêkirin.