15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump ê Dijî DEAŞê pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, Barzanî li Mala Serokwezîriyê ya li Hewlêrê ligel McGurk û heyeta pê ra civiya.
Di hevdîtinê da mijarên wekî operasyona rizgarkirina Mûsilê a ji destê rêxistina terorî DEAŞê, koça navxweyî ya ber bi Herêma Kurdistanê û herwiha geşedanên siyasî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê da Barzanî bona alîkariyên DYAyê yên di mijara çareseriya kêşeyên Hewlêr-Bexdayê da spasiya McGurk kir û herwiha diyar kir ku hêviya wî ew e ku peywendiyên Hewlêr-Washingtonê xurtir bibin.
Barzanî di hevdîtinê da bal kişand ku bi taybetî jî vê axiriyê ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê qedera 35 hezar leşkerên artêşa Iraqê yên ku di operasyonan da birîndar bûn, li Hewlêrê hatin tedawîkirin û wiha got, "Lêbelê hikûmeta navendî ya Iraqê di vê mijarê da piştevaniyeke baş neda me."
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê da McGurk jî ew yek piştrast kir ku welatê wî wê di piştevaniya leşkerî û ya alîkariyên mirovî ya bona Hewlêrê da berdewam be.
McGurk herwiha qala peywendiyên Hewlêr-Washingtonê jî kir û destnîşan kir ku di navbera herdu layenan da peywendiyên xurt hene û ew hêvî dike ku ev peywendî xurttir bibin.