Abdullah Tel
25 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
TAHRAN (AA) - Fransa, Almanya û Îngiltereyê, ji bo êrîşa li dijî tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî, Îranê wek berpirs dîtin û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî bertek nîşanî wan da.
Serokomarê Îranê Rûhanî yê ku ji bo 74emîn Hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye bi Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson, Serokomarê Swîsreyê Ueli Maurer û Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven ra hevdîtin kir.
Serokomariya Îranê der barê hevdîtinan da daxuyanî weşand û ragihand ku Rûhanî di hevdîtina bi Johnson ra da li ser peymana nukleerê û mijarên herêmî yên din sekinî.
Rûhanî danezana hevpar a ku Fransa, Îngiltere û Almanyayê weşandin û tê da Îran wek berpirsê êrîşa li ser tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî dihesibînin, rexne kir.
Serokomarê Îranê Rûhanî ji wan hersê welatên ku di heman demê da piştgirên peymana nukleerê ne xwest ku bila ew ewilî sozên xwe bi cih bînin û wiha pê da çû: "Em ji ber danezana dawîn a 3 welatên Ewropayê ku di heman demê da piştgirên peymana nukleerê ne jî gelek xemgîn bûn. Di vê heyama ku ji bo me hesas û tevlihev e da weşandina vê danezana derewîn bi kêrî tu tiştekî nayê û xêra wê ji me ra tuneye."