12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Ev bûyerên ku çend roj in diqewimin, ev tiştên ku em dibînin, bala xwe bidinê; hemû tezahurên îslamofobîk in. Rojava rûyê xwe yê rastîn di nav van çend rojên dawîn da bi eşkere û zelal da nîşan."
Serokomar Erdogan: "Hollanda, heke tu ji bo hilbijartina ku wê roja çarşemê çêbibe têkiliyên Tirkiye û Hollandayê feda dikî, tuyê bedela vê bidî."
Serokomar Erdogan: "Roja çarşemê piştî hilbijartina ku dê li Hollandayê bê kirin, pêşiyê û paşê emê nirxandinên hewce bikin, emê helwesta xwe nîşan bidin. Ji ber ku ev, bêbersiv nabe."
Serokomar Erdogan: "Li Almanyayê, li Hollandayê, bi taybetî jî di vê navberê da ez spasiya Fransayê dikim ji ber ku Fransa qet neket nava van lîstikan, ez ji xwîşk û birayên xwe yên li van herêmên bipirsgirêk, li van welatên ku van gavên kirêt davêjin ra dibêjim ku cîranên xwe hildin û bînin Tirkiyeyê, mêvanperwerî çi ye, bira bibînin, mazûvanî çi ye, bira bibînin. Ez bawer im ku emê vê yekê jî bibînin û mêvanên me jî dê li vir mêvanperweriyê bibînin, dê terzê miemeleya vî welatî bibînin."
Serokomar Erdogan: "Dema ku bûyeran dest pê kir, min got her yek ji van bûyeran zextên faşîzan in. Min got 'Nazîzîm cardin rabû'. Paşê min got, 'Min wisa zen dikir ku nazîzm xelas bûye, lê ez xapiyam.' Meger Nazîzîm li Rojava li ser piya ye. Begefendî aciz bûn. Ez vêga dipirsim, duh êvarê zihniyeta ku nehîşt xwişka min a Fatma Sayana Wezîra Malbat û Polîtîkayên Sosyal, jinek e, û meslehetguzarê wê bi wesaîteke dîplomatîk va biçin avahiya xwe ya serkonsolosxaneyê, wê di dîplomasiya navneteweyî û dinyayê da behsa vê yekê çawa bike? Wê wiha behs bike: 'Tu me dawet kir!' Ev ji ku derket ya? Ez bixwazim û heke di destê min da pasaporta min û her tiştê min hebe, ez gor daxwaza xwe diçim. Di çarçoveya azadiya seyahatê ya navneteweyî da jî ez dikarim herim, ez wek dîplomat jî dikarim herim, ev edet ji ku derket? Lê dema ku Nazîzîm be û faşîzm be, ev bi hişmendiya 'Gotina min rast e, kirina min rast e, ez ji kê ra bixwazim destûrê didim wî, ji kê ra nexwazim destûrê nadimê'. Wê deriyê konsolxaneyê jî zirze bikin, ew qas ser diçin. Bi qasî ku nahêlin konsolosê me derkeve derva, ser çûne."
Serokomar Erdogan: "Yek derketiye çi dibêje? 'Tirkê vê derê biterikînin...' Wê neterikînin. Ew êdî hemwelatiyên wê derê ne, wê terk nekin. Ev ê bêhtir zêde bin û belav bibin. Wê berdêla vê her şiklî bidin, bila li qusûrê nenihêrin, wê bidin û wê dîplomasiyê jî hîn bibin. Wê dîplomasiya navneteweyî jî hîn bibin."
Serokomar Erdogan: "Ev rûxîn hemû, qetlîama ku 6 sal e dewam dike, mixabin ji aliyê dezgehên navneteweyî yên ku bi milyaran dolar budçeyên wan hene va bi tenê tê temaşekirin. Êşa jin, zarok û dayikên ku li ser sandalyeyên bitekerek canê xwe dan di dilê qalikgirtî yê Ewropayê da deng veneda. Birayên me yên Sûriyeyî yên ku canê xwe avêtin talûkeyê, bi pêlên har ra şer kirin û gihan ber deriyên sînoran, têlên bikelem û dîwarên bilind pêşewaziya wan kirin."