Sevim Hatun
13 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî got: "Partiya Herekata Miliyetperwer lanetê li Hollandayê tîne. Bila bê zanîn ku wê miletê me yê ezîz di 16ê nîsanê de, li ser sindoqan bibêje 'erê' û bersiva rêxistinên terorî, hemû pêkhateyên riziyayî yên ku dixwazin Tirkiyê têk bibin, bide."
-Miletê tirk li hemberî zilm û zordestiyê piştgirê hevdu ye
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di daxuyaniya nivîskî ya weşand de wiha got:
"Li Ewropayê lekeyeke reş li azadiya fikir û ramanan, daxwazên însanî û wijdanî xistin. Hollandayê xwe rûreş kir û bû welatekî dijmin."
Bahçelî wiha dewam kir: "Ya ku em dixwazin, divê bersiva vê midaxaleya xeyrîhiqûqî û xeyrîexlaqî bê dayîn. Parastina mafên tarîxî û berjewendiyên Komara Tirkiyê wezîfeya herî hesas a hemî ewladên welêt e. Tirkiye bi desthilatdarî û muxalefeta xwe ve wekî keleheke ku tu carî nayê rûxandin e. Miletê tirk li hemberî zilm û zordestiyê piştgirê hevdu ye."
-Partiya Herekata Miliyetperwer lanetê li Hollandayê tîne