Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Sê partiyên legal CHP, HDP û MHP. Sê hep jî rêxistinên îllegal DHKP-C, Paralel, Qendîl. Li hemberê her şeşan jî em têdikoşin. Hemû bi tevahî tên."
Davutoglu beşdarî mitînga partiya xwe ya li Meydana Komarê ya Manîsayê hat lidarxistin bû.
Davutoglu bal kişand ser rêxistinên legal û îllegal ên ku li Tirkiyeyê dijî wan tevdigerin û wiha axivî: "Niha li hemberî me sê heb partiyên ku legal xuya dikin hene. Yek ji wan çeteya parelel e. Ya diduyan Qendîla ku telîmatan dide HDPyê û niha jî DHKP-Cya ku alîkariyê dide HDPyê li pêşberî me ne. Sê rêxistinên terorê ên îllegal jî piştgiriyê didin vana."
Davutoglu bal kişand ser kûjerê Dozger Mehmet Selîm Kîraz û got ku kujerê wî jî endamekî DHKP-Cyê bû û wiha axivî:
"Dozgerê me şehîd kirin. Di encama lêkolînan de me dît ku ev bûyer bi destê DHKP-Cyê hatiye kirin; lê belê HDP derket meydanê got 'Na, ev bi destê DHKP-Cyê nehat kirin.' Piştre DHKP-Cyê daxuyanî belav kir, got 'em piştgiriyê didin HDPyê.' Ji bo Xwedê partiyeke ku piştgirê wê DHKP-C be dikare bibe partiyeke demokrat, ma partiyeke wiha dikare berdevkiya aştiyê bike? Piştre Alîkarê Serokê Giştî yê HDPyê jî spasiya DHKP-Cyê kir."