Bozdag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li holê ne sîwan heye, ne jî namzedê sîwanê heye."
Bozdag destnîşan kir ku ev tenê namzedê her du serokên giştî yên du partiyan e û wiha got: "Him bingeha MHPyê û him jî ya CHPyê ji vî namzedî aciz in."
Bozdag diyar kir ku ne CHPyê û ne jî MHPyê nekarîn ji nava xwe ji bo serokomariyê namzedekî derxin û wiha axivî: "Em dizanin ku him di nav MHPyê de û him jî di nav CHPyê de navên layiqî serokomariyê hene. Lê mixabin her du serokên giştî yên du partiyan yekî ji derva transfer kirin. Ev ne namzedê sîwanê ye, ev namzedê pereşûtê ye. Tirkiye zûda ye ji dema nazedên pereşûtê dûr ketiye. Berê serokên partiyan çi bigotana wisa dibû. Lê êdî gel hildijbêre. Helbet dê gel biryara herî baş bide. Li gor min gel dê ne li namzedê pereşûtê li namzedê ku ji nav gel derketiye, xwedî derkeve."