Nihat Kavşut
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Biryara Serokomarê me ya ji bona ziyareta Amerîkayê teqdîra wî ye. Biryar çi dibe bira bibe em li cem wî ne û piştgiriya me ya ji bona wî tam e."
Bahçelî li Navenda Giştî ya MHPyê bi rojnamevanan ra sohbet kir û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser pirsa der barê ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya li Amerîkayê da wiha got: "Biryara Serokomarê me ya ji bona ziyareta Amerîkayê teqdîra wî ye. Biryar çi dibe bira bibe em li cem wî ne û piştgiriya me ya ji bona wî tam e."
Bahçelî di berdewamiyê da diyar kir ku divê Tirkiye li hemberî derva yek be û got ku Birêz Serokomarê me û hikûmeta wî tenê nîne.