Serokomar Erdogan destnîşan kir jina Bexdadiyê serkirdeyê DEAŞê hatiye qefaltin.
Haydar Şahin
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Istanbul
Erdogan: "Heft duwel êrîşî me dike. Ji bona ew êrîşî me dikin qey em ê mîna berê bêdeng bimînin, sûretê xwe bidin ber wan û bibêjin 'sîleyê' li me bixin? Em nikarin wiha bibêjin. Loma jî em mecbûr in li ser xwe bimînin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir jina Bexdadiyê serkirdeyê DEAŞê hatiye qefaltin.
Erdogan: "Der heqê hemû kesên ku navê Îslamê diemilînin û terorê dikin da lêkolînê bikin wê li pişt wan neyarên Îslamê derkevin."
Serokomar Erdogan: "Terorîst ew kes e ku ji bo doza xwe ya rêşahetî xûna kesên bê sûc û guneh dirêje. Ji ber vê yekê ji Misilman nabe terorîst. Rojava şerm nake û gotina 'terora Îslamî' dibêje û bira pêşiyê li xwe binhêre. Heke hûn li terorîstan bigerin, ew li cem we ne."
Erdogan: "Heke hûn bixwazin bibînin FETO di rastiyê da çi ye, serokê wê binêrin ku ew li ku ye û di bin hîmayeya kî da dijî."