ANKARA
Dîmenên panela ku du sal berê eşkere qala derbeya li Misrê dikir, derketin holê.
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Berfirehkirî ya Serokên Bajaran de got, 'li Misrê çi tê gotin? Sindoq ne demokrasî ye. Kî li piştê ye? Îsraîl li piştê ye' û axaftina Wezîrê Dadê yê Îsraîlê Tzîpî Lîvnî û nivîskarê Fransî Bernard Henry Levy ya di panelekê de wek sedema van gotinên xwe nîşan da.
Axaftina navborî ya di wê panelê de jî wiha ye: "Pirs: Pirsa min ji bo birêz Levy e.Tu yê di navbera polîtakaya exlaqî û ya berbiçav de tercîheke çawa bikî? Mesela em bibêjin em di meha îlonê de ne û hilbijartin hene. Em wisa bihesibînin ku Îxwanê hilbijartin qezenc kirin û di parlamentoyê de piraniya kursiyan girtin. Hûn ê li hember vê rewşê çawa tevbigeriyana? We yê qebûl bikira ku rejîma leşkerî nehişta ku Îxwan îqtidarê bi dest bixe wek tişta ku li Cezayirê bû? An jî me yê lîstika demokrasiyê bilîsta û bihişta ku Îxwan qezenc bike, wek ku Hemas li Gazzeyê tevdigere?
Levy: Li Cezayîrê min dixwest ku pêla 1992yan bixesire. Bi min wisa xuya bû ku hêza li wir li dijî demokrasiyê ye. Min heman tişt ji bo Gazzeyê jî hîs kirin. Ew derbeyek bû. Derbeyeke demokratîk bû, lêbelê derbe bû.
Heke Li Misrê Îxwan qezenc bike, ez ê nebêjim ev bi ya demokrasiyê bû. Heke dubare bê gotin: Demokrasî tenê ji sindoqê pêk nayê. Nirxên demokrasiyê di nav wê de ne. Lêbelê baweriya min bi xwe ev e, ez bixwe ne pisporê Misrê me. Lêbelê mîna her kesî ez jî fikra xwe bibêjim, ez dikarim bibêjim di rewşa nû ya li Misrê de Îxwan dê tiştekî pak qezenc neke. Ez li vir tekane teoriya ku tê gotin ango Îxwan wek tekane hêza organîzekirî bê dîtin, qebûl nakim. Leşker heye. Belkî ez şaş im lêbelê dê tesîra xwe bi destê xwe kêm bikin."
Pirs: Ez tenê dixwazim fêhm bikim. Heke ew (Îxwanê Muslimîn) hilbijartina meşrû qezenc bike, hûn ê ji bo ku Îxwan îqtidarê bi dest nexe, artêşê teşwîq bikin ku vê yekê nehêle?
Levy: Min ê bixwesta ku nehêlin ew îqtidarê bi dest bixin.
Tzîp Lîvnî: Di çarçoveya qayîdeyên gerdûnî de.
Levy: Min ji bo Cezayirê jî got û ez ne poşman im. Li wir serdemeke xerab bi alozî û qetliyamê sahil bû. Lêbelê wan wisa bawer dikir ku heke ew bihatana îqtidarê dê her tişt xerabtir bûya."