ANKARA
Serokomar Abdullah Gul û Serokomarê Slovakyayê Ivan Gasparovîç piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Mijara sereke dîsa Misir bû û Abdullah Gul der barê mijarê de wiha got: "Divê êdî her kes ji bo ku mirovekî din jî nemire û ev xwîn bisekine, çi dikeve ser bi dil û can bike. Ev jî rastiyek e ku Misrê êdî demokrasî nas kiriye. Piştî demeke dirêj a revebiriya desthilateke tund, derbasî sîstemeke pirpartitîyê bû, hilbijartin çêbûn û mirovan deng da. Tu kes nikare welatekî wiha demeke dirêj ji demokrasiyê dûr bixe. Li Misrê divê bi lez hilbijartin bên kirin, bi rayên gel nûner bên hilbijartin, rewşa bixwîn bê bidawîkirin, girtin bisekinin. Bi min çareserî ev e."
Serokomar Abdullah Gul duh di civîna Lijneya Wezîran de diyar kir ku ji bo Slovakyayê wîze rabû û di hevdîtina bi Serokomarê Slovakyayê Ivan Gasparovîc re de ev biryar qebûl kiriye. Gul wiha got: "Welatiyên Slovak dê bê vîze bikaribin werin Tirkiyê."