15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim, di komcivîna TBMMyê ya partiya xwe de pirsên der barê rojevê de bersivandin.
Serokwezîr Yildirim bangî Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu kir û wiha axivî: "Hey Kiliçdaroglu, nîqaşên li ser rejimê di sala 1923yê de qediyan. Kes li ser Komarê nîqaşan nake, ku kesek bike jî wê berî hemiyan AK Partî li hemberî wan bisekine."
-"Hê ku trên bi rê neketiye dikarî lê siwar bibî"
Serokwezîr Yildirim wiha dewam kir: "Serokê Giştî yê CHPyê Birêz Kiliçdaroglu dibêje 'Deriyê me vekiriye.' Me tu caran derî negirtin. Deriyê me vekiriye. Hê jî wexta we heye. Hê ku trên bi rê neketiye dikarî lê siwar bibî. Werin em bi hev du re bikin. Em ruhê Yanîkapiyê nekujin û em vê zagona bingehîn a bermayiyê wesayetê bi hev du re biguherin."