25 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
ANKARA
Arîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Semîh Yalçin piştî ku biryara Dadgeha Hiqûqê ya Silhê ya 12emîn a Enqereyê ya Daraza Bilind hat tesdîqkirin, got ku "Piştî vê biryarê li gor rayeya ku madeya 63emîn a destûrnameya me dide, serokê me yê giştî demildest biryar da ku di 26ê hezîranê de yan jî di 10ê tîrmehê de li Partiya Tevgera Neteweperest kongreya derasayî, lê ya bihilbijartin bê kirin."
Semîh Yalçinê Arîkarê Serokê Giştî yê MHPyê piştî Dadgeha Hiqûqê ya Silhê ya 12emîn a Enqereyê ya Daraza Bilind biryara civîna kongreya derasayî tesdîq kir, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.
Semîh Yalçin wiha axivî: "Wekî ku me di serî de got û Birêz Serokê mîn ê Giştî Birêz Devlet Bahçelî jî gelek caran dibêje, Partiya Tevgera Neteweperest li ber biryarên darazê rêzê digire."
Yalçin got ku ew li hember vê biryara Daraza Bilind jî rêzê digirin û wiha axivî:
"Piştî vê biryarê li gor rayeya ku madeya 63yemîn a destûrnameya me dide serokê me yê giştî; Serokê me yê Giştî demildest biryar da ku di 26ê hezîranê de yan jî di 10ê temûzê de li Partiya Tevgera Neteweperest kongreya derasayî, lê ya bihilbijartin bê kirin. Serokê me yê Giştî vê biryarê dê pêşî ragihîne Dîwana Serokatiyê, pişt re ragihîne Lijneya Birêvebirinê ya Partiya Tevgera Neteweperest û bixwaze ku biryara wî ji van şaxan derbas bibe. Ji bo ku di dîrokên navborî de kongre li Ankara Arenayê bê kirin hêwan hatiye kirêkirin. Ji ber vê jî ev mijara ku em xwe dispêrin fiqreya 3yemîn a madeya 63yemîn û hewl didin ku îfade bikin, dê ji niha pê ve li Dîwana Serokatiyê û MYKyê bê axaftin û biryar bê derxistin."
Ji Yalçin pirsîn ka dê rojeva kongreya derasayî çi be, li ser vê Yalçin got ku "Kongreya bi hilbijartin kongreya destûrnameyê nîne. Kongreya Serokatiya Giştî ya bihilbijartin e."