Türkan Tosun
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
ANKARA
Heyeta Tirk a bi serokatiya Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û heyeta Amerîkayê ya bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Bolton li Kuliyeya Serokomariyê hatin bal hev.
Hevdîtin li Kuliyeya Serokomariyê bêyî çapemeniyê çêbû û qasî 2 saet û 10 deqîqeyan ajot.
Alîkarê Wezîrê Karên Derva Sedat Onal, Alîkarê Wezîrê Parastina Neteweyî Yunus Emre Karaosmanoglu, Alîkarê Serokê MÎTê Cemalettîn Çelîk û rayedarên din di heyeta Tirkiyeyê da cih girtin.
Di heyeta Amerîkayê da jî Sererkan Joseph Dunford, Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Kurewî James Jeffrey û rayedarên din hebûn.