Ekip
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
ADIYAMAN (AA) - Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der barê YPGê de got: "Ji bo me cudatî di navbera YPG, PYD û PKKê de tuneye. Piştgiriya eskerî, çekdarî û siyasî ya rasterast bo wan wek piştgiriya PKKê qebûl dikin û em wisa tînin ziman."
Kurtulmuş di ziyareta Adiyemanê de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Emrîka bi piştgirîdayîna YPG û PYDê xizmeta aştiyê nake.
Daxuyaniya Emrîkayê ya ku dibêje "Em ji mecbûriyetê çekan didin YPGê" Kurtulmuş wiha nirxand:
"Ji bo me cudatî di navbera YPG, PYD û PKKê de tuneye. Piştgiriya eskerî, çekdarî û siyasî ya rasterast bo wan wek piştgiriya PKKê qebûl dikin û em wisa tînin ziman. Em careke din îfade dikin ku ev rêya Emrîka dişopîne, ji bo berdewamiyê ne munasib e."
Der barê êrişên YPGê de jî wiha dewam kir:
"Ez careke din eşkere bibêjim, divê guh bidine hesasiyetên Tirkiyeyê yên der barê PYD/YPGê da û li me guhdar bikin. Ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê heke ji aliyê vê rêxistinê va êrişek bê kirin em ê di çarçoveya qaîdeyên angajmanê da miheqeq bersivê bidine wan. Tirkiye li hemberî çalakiyên li dijî xwe ji wî aliyê sînor temaşevan namîne."
- Şerê bi wekalet
Kurtulmuş bal kişand ser wê yekê ku şerê bi wekalet tê meşandin û wiha axivî:
"Li herêmê di ser rêxistinên terorî re şerekî bi wekalet tê weşandin. Lê dawiya vê tuneye. Dema ku tu rêxistinên terorî çekdar bikî dê çi encam derkeve? Dê gavek du gavên din çi biqewimin? Dê Emrîka jî qebûl bike ku ev rêya tê re diçe xelet e."