Nihat Kavşut
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
ANKARA
Fikrî Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî wê bi minasebeta Civîna Wezîrên Paratinê ya NATOyê here Brukselê û li wir bi James Mattisê Wezîrê Parastinê yê DYAyê ra bicive.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî Işikê di 29ê hezîranê da ji bo Civîna Wezîrên Paratinê ya NATOyê here Brukselê.
Hat destnîşankirin Işikê li Brukselê bi James Mattisê Wezîrê Parastinê yê DYAyê, Radmila Şekerinska-Jankovskaya Wezîra Parastinê ya Makedonyayê, Marise Payneya Wezîra Paratinê ya Awistiryayê û Ursula von der Leyena Wezîra Paratinê ya Almanyayê ra bicive.
Hat diyarkirin civîna Işik û Mattis wê sibê bê kirin.