15 Gulan 2016•Rojanekirin: 15 Gulan 2016
Serokomar Erdogan: "Niha yek derketiye dibêje li cihên cuda ên dinyayê 'ji bo sîstema serokatiyê, divê xwîn birije, xwîn'. Sê tişt hene. Ji van sê tiştan yek mezhebgerayetî ye, ya duduyan nijadperestî ye û ya sisêyan jî teror e. Di axaftina vî kesî de ev her sê tişt jî hene. Hebûna wan girêdayî xwînê ye. Wek şaxên rêxistina terorê ya cudaxaz in. Di nav wan de jî tevgerên wiha dest pê kirin. Herhal xweziya xwe bi wan tînin. Dîtin ku ev kar bi sandoqê çênabe, di hemû hilbijartinan de encama wî naguhere. Niha dibêje 'Gelo em bi xwînrijandinê dikarin encamekî bidest bixin?' Tu yê nikaribî encamê bidest bixî. Tu nikarî li ser vî gelî bibî serwer. Serwerî bê şert û merc ya gel e. Gel çi bêje ew ê bibe."
"Yên ku ji bo Efrîqa, Asya û welatên Rojhilata Navîn karneya demokrasî û azadiyê amade dikin, qet zeîfên ku di karneya wan de heye, nabînin. Qasî ku maf û hiqûqa rêxistinên terorê, terorîstan û kujerên devbixwîn diparêzin, mafê kesên bêguneh ên ku di destê wan de dimrin neparastin û naparêzin."
"Zatê ku li Wanê di civîna serokên wîlayetan da axivî, li hemberî şexsê min dîsa îfadeyeke nemerdane emiland. Dibê ku hûn ji serê kaniya xwînê avê vedixin û xwînê dirêjînin. Heddê xwe bizanibe. Ez ji serê kaniya xelkê xwe avê vedixwim. Heger hin kesên ku ji serê kaniya xwînê avê vedixin hebin jî ew, hûn in û zîhniyeta CHPyê ye ku di 1960î da bingeha dardakirina Menderesê rehmetî û du havalên wî amade kiribû."
"Li Sûriyeya cînarê welatê me, ev 6 sal in birayên me bi hovane bi destê rejima xwînxar tên kuştin. Heta niha nêzî 600 hezar mirovî bi bombeyên bermîlan, fuzeyên balîstîk, çekên kîmyewî û bi êşkenceyê hatine kuştin. 13 milyon sûriyeyî ji cih warên xwe bûn. 6 milyon ji wan welatê xwe terikand. Rejimê pêşiya rêxistinên terorê yên wek DAÎŞ, YPG, PYDê vekir û van rêxistinan li cihên ku dagir kirin, jenosid kirin. Ev hemû li ber çavên dinyayê qewimîn û diqewimin. Em weke Tirkiye ji destpêka qeyranê va, me birayên xwe yên sûriyeyî tenê nehîştin, me deriyê xwe ji wan ra vekir û em ê alîkariya xwe bidomînin."