14 Gulan 2016•Rojanekirin: 15 Gulan 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu destnîşan kir ku ji bo PKK li nav bajaran şer bike dibe ku gelek soz dabin rêxistinê û wiha dewam kir: "Heger dinyaya emperyalîst çend sandiq gule û çend quriş ji PKKyê ra bişîne ev ji ber hezkirina ji PKKyê nîne. Wê wek maşe biemilînin, dema ku karê wan pê qediya wê deynin kêlekekê."
Serokê HUDA-PARê Yapicioglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku YPG û PKK wezîfeya ku dane wan pêk anîn û wê wek mixatab neyên hildan.
Yapicioglu diyar kir ku dema bûyeran dest pê kir me hişyarî da rêxistin û şaxên wê yên siyasî û wiha xeberda: "Me got taşeroniya hêzên emperyalîst nekin û zirarê nedin vî gelî. Piştî ku YPG û PKKyê wezîfe û karê xwe bi cî anîn, saftiye ku em bibêjin wê Amerîka wan mixabatab bigire û miameleya dewletê li wan bike. Amerîka li pey menfeet û berjewendiyên xwe ye. Çawa serokê wan li Kenyayê hat pakêtkirin û şandin Tirkiyeyê, piştî îşê wan qediya dibe ku serokên din jî li gor menfeetan bên teslîmkirin."
- "Wê HDP wenda bike"
Yapicioglu diyar kir ku gel bertek nîşanî HDPyê dide û wiha got: "Welatî li hember derketin ku di nav bajaran da şer û pevçûn hebin. Lê PKK û şaxên wê yên siyasî guh nedan daxwazên kurdan."
Yapicioglu diyar kir ku di vê pêvajoyê da jî HDP bide der û wiha axivî: "Di encama siyaseta çel û barîqatan da HDPê da der. Tesîra ew ê di pêşerojê da zêde zêde derkeve holê. Dibe ku ji tundiyê hin tişt bi dest xistibin û ji vê saetê pê va berê xwe biguherînin lê belê evê ji bo wan bibe sedema derkirinê. Me gotibû ku PKK naxwaze bi tena serê xwe têkeve wan çelan ew ê bi delinga HDPê bigre û wê jî kaşî cem xwe bike."
Yapicioglu destnîşan kir ku gelê kurd guh neda bangê PKKê yên ji bo serhildanê, kurdên ku bûyerên li Kobanêyê ji nêz va teqîb dikin ligel hemî zorbedariyan guh nedan PKK.
Yapicioglu got heke kurdan guh bida banga serhildanê ya PKKê ewê heman bûyerên li Sûriyeyê li Şirnex, Hekarî, Diyarbekir û Mêrdînê biqewimîna, lê belê gel nebû teref û nexwest ku şer di nav bajaran da bê kirin, piraniya gel pevçûn û şer naxwaze, hizûr, ewlehî û aramiyê dixwaze.
Yapicioglu got, "Jixwe kesên ku teror anîn nav bajêr ji vê nesîbê xwe hildan. Kesên ku bi çavên başiyê li rêxistinê mêze dikin jî gotin ku 'Hûn di vê mijarê da şaşiyê dikin, ji me tu tiştekî hêvî nekin' û bertek nîşan dan.
- "PKK projeyeke dijî kurdan e"
Yapicioglu destnîşan kir ku PKK dixwaze kurdan ji Îslamê dûr bixe û bi awayê sekuler bide jiyan, armanceke rêxistinê tune ku dewleta Kurdistanê ava bike. Yapicioglu ragihand ku ji ber vê rastiyê dewletên rojava piştgiriyê didin rêxistinê û wiha pê de çû: "Lazim e mirov stratejiya rojava ya der heqê PKKê de bi vê nêrînê binirxîne. Rêxistinê stratejiya xwe ya ku gelê kurd ji Îslamê dûr dixe xweş firot welatên rojava. Ez wisa texmîn dikim ku bi vê sayê jî piştgirî hilda. Lewra gelê kurd di nav gelên tirk, ereb û faris de wek stûnekê bi cih bûye. Welatên rojava heke vê stûnê bikşînin wê derbeyeke mezin li umetê bixin û ev yek hesab kirine û PKKyê bi vê armancê bi kar tînin."
Yapicioglu qala pêvajoya çareseriyê kir û got ku heke heqekî hewce dike bê dayîn hebe ji bo wî muxatab hewce nake û heke hewce bike jî muxatab divê kesên bêçek bin û wiha dewam kir: "Di meseleya heqên bingehîn de lazim e bi tu kesî re bazar neyê kirin. Dema ku hûn bi kesên di destê wan de çek hene re çareseriyê xeberbidin ewê wê yekê li hemberî we ji xwe re bikin koz. Dema ku hûn di dayîna heqên sereke de bi heqaniyet bin wê demê hinceta wan kesên ku çekê ji xwe re wek koz bi kar tînin jî hûn ji holê radikin."
Kongreya Mezin a Deresayî ya 2yemîn a HUDA PARê wê sibê bê kirin û Yapicioglu destnîşan kir ku ewê siyaseta xwe bi wêrekî bidomînin.