15 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
ÎSTANBÛL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Niha yek derketiye dibêje li cihên cuda ên dinyayê 'ji bo sîstema serokatiyê, divê xwîn birije, xwîn'. Sê tişt hene. Ji van sê tiştan yek mezhebgerayetî ye, ya duduyan nijadperestî ye û ya sisêyan jî teror e. Di axaftina vî kesî de ev her sê tişt jî hene. Hebûna wan girêdayî xwînê ye. Wek şaxên rêxistina terorê ya cudaxaz in. Di nav wan de jî tevgerên wiha dest pê kirin. Herhal xweziya xwe bi wan tînin. Dîtin ku ev kar bi sandoqê çênabe, di hemû hilbijartinan de encama wî naguhere. Niha dibêje 'Gelo em bi xwînrijandinê dikarin encamekî bidest bixin?' Tu yê nikaribî encamê bidest bixî. Tu nikarî li ser vî gelî bibî serwer. Serwerî bê şert û merc ya gel e. Gel çi bêje ew ê bibe."
Serokomar Erdogan li Bernameya Fînalê ya 9emîn Hevdîtina Navneteweyî ya Xwendakaran a li Salona Werzîşê ya Sînan Erdem a ku bi destê Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xwendekaran (UDEF) û Weqfa Ciwanan a Tirkiyê (TUGVA) va pêk hat da silav da hazerûnê û wiha got, "Ji vir, ji vê salona muhterem ez silavên xwe ji ciwanên dilêr ên Filistîn, Xeze û Qudsê, ciwanên mezlûm ên Efrîqayê, ciwanên jêhatî yên Asyayê ra dişînim. Ez silav didim ciwanên qehreman ên ji Sûriyê, ciwanên birûmet ên ji Misirê, ciwanên dilşêr ên Arakan, Efxanistan, Pakistan û Bangladêşê."
"Gel çi bêje ewê bibe"
Erdogan bal kişand ku bêşert û merc serwerî ya gel e û wiha xeberda:
"Niha yek derketiye dibêje li cihên cuda ên dinyayê 'ji bo sîstema serokatiyê, divê xwîn birije, xwîn'. Sê tişt hene. Ji van sê tiştan yek mezhebgerayetî ye, ya duduyan nijadperestî ye û ya sisêyan jî teror e. Di axaftina vî kesî de ev her sê tişt jî hene. Hebûna wan girêdayî xwînê ye. Wek şaxên rêxistina terorê ya cudaxaz in. Di nav wan de jî tevgerên wiha dest pê kirin. Herhal xweziya xwe bi wan tînin. Dîtin ku ev kar bi sandoqê çênabe, di hemû hilbijartinan de encama wî naguhere. Niha dibêje 'Gelo em bi xwînrijandinê dikarin encamekî bidest bixin?' Tu yê nikaribî encamê bidest bixî. Tu nikarî li ser vî gelî bibî serwer. Serwerî bê şert û merc ya gel e. Gel çi bêje ew ê bibe."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir, "Em ê vî welatî nedin perçekirin. Em ê vê firsendê nedin wan xayînan û jixwe em di Rabîaya xwe da dibêjin. Em dibêjin yek millet. Em bi tirkan, kurdan, lazan, çerkezan, gurciyan, romanan û boşnakan va li vî welatî 79 milyon in û yek millet in."
Serokomar Erdogan axaftina Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da bibîrxistin û wiha got, "Zatê ku li Wanê di civîna serokên wîlayetan da axivî, li hemberî şexsê min dîsa îfadeyeke nemerdane emiland. Dibê ku hûn ji serê kaniya xwînê avê vedixin û xwînê dirêjînin. Heddê xwe bizanibe. Ez ji serê kaniya xelkê xwe avê vedixwim. Heger hin kesên ku ji serê kaniya xwînê avê vedixin hebin jî ew, hûn in û zîhniyeta CHPyê ye ku di 1960î da bingeha dardakirina Menderesê rehmetî û du havalên wî amade kiribû."
"Me deriyê xwe ji birayên xwe yên li Sûriyê ra vekir û em ê alîkariya xwe bidomînin"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Li Sûriyeya cînarê welatê me, ev 6 sal in birayên me bi hovane bi destê rejima xwînxar tên kuştin. Heta niha nêzî 600 hezar mirovî bi bombeyên bermîlan, fuzeyên balîstîk, çekên kîmyewî û bi êşkenceyê hatine kuştin. 13 milyon sûriyeyî ji cih warên xwe bûn. 6 milyon ji wan welatê xwe terikand. Rejimê pêşiya rêxistinên terorê yên wek DAÎŞ, YPG, PYDê vekir û van rêxistinan li cihên ku dagir kirin, jenosid kirin. Ev hemû li ber çavên dinyayê qewimîn û diqewimin. Em weke Tirkiye ji destpêka qeyranê va, me birayên xwe yên sûriyeyî tenê nehîştin, me deriyê xwe ji wan ra vekir û em ê alîkariya xwe bidomînin."
"Çi eleqeya wê bi azadiyê ra heye ku dihêlin terorîst konan vegirin"
Serokomar Erdogan der heqê cothelwesta hin dewletan da jî bi vî awayî axivî:
"Yên ku ji bo Efrîqa, Asya û welatên Rojhilata Navîn karneya demokrasî û azadiyê amade dikin, qet zeîfên ku di karneya wan de heye, nabînin. Qasî ku maf û hiqûqa rêxistinên terorê, terorîstan û kujerên devbixwîn diparêzin, mafê kesên bêguneh ên ku di destê wan de dimrin neparastin û naparêzin.
Çi eleqeya wê bi azadiyê ra heye ku deriyê paytexta xwe li ber rêxistina terorê vedikin, dihêlin ku terorîst konan vegirin. Xwînxwar ji kîngê va bûne penaberên siyasî? Berteka ku hûn li hemberî çalakiyên DAÎŞê nîşan didin, hûn çima li hemberî êrîşên PKK, DHKP-C û YPGyê jî nadin nîşan? Madem hûn li dijî dardakirinên siyasî ne, hûn çima li hemberî dardakirina şehîd Motiur Rahman Nizamî, bêdeng man, gelo ji Ewropayê dengek, qêrînek derket? Na. Ma navê vî cote helwest nîne?
Hêza xwe ya medyayê, têtikkêşê xwe yên li rojnameyan û yên li ser ekranan bi kar tînin û hewl didin ku me li ber çavê millet reş bikin, bê îtibar bikin. Bila hîç li qisûrê nenhêrin. Sûîqestên wan ên îtibarê me têk nabe. Îftira û heqaretên wan me ji gotina heqq û heqîqetê dûr naxe. Em ê xwedî li mezlûman derkevin, em ê serbilind bin û ligel aştiyê bin. Lewra em hêza xwe ne ji medya û sermayeyê, em hêza xwe ji mezlûmên ku sicada xwe bi hêsirên xwe va şil dikin û ji me ra dia dikin, hildidin."