Polîtîka

Erdogan: Hevkariya herêmî û navneteweyî di têkoşîna dijî terorê da pir girîng e

Enes Kaplan  | 28.11.2021 - Rojanekırın : 29.11.2021
Erdogan: Hevkariya herêmî û navneteweyî di têkoşîna dijî terorê da pir girîng e

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Di mijara Qibrîsê da wekheviya desthilatdar a gelê Tirk ê Qibrîsê û statuya wê ya navneteweyî ya wek hev ji bo çareseriyê mifte ye."

Serokomar Erdogan li Aşkabata paytextê Tirkmenistanê beşdarî Lûtkeya 15emîn a Teşkîlata Hevkariyê ya Aborî (TTA) bû û li wir axivî.

Erdogan silav da hemû beşdarvanan, kêfxweşiya xwe ya ji bo civînê anî ziman û ji ber mazuvaniyê spasiya Serokê Dewleta Tirkmenistanê Gurbangulî Berdîmuhamedov kir.

Der barê têkoşîna terorê da Erdogan wiha axivî: "Hevkariya herêmî û navneteweyî di têkoşîna dijî terorê da pir girîng e. Divê em têkoşîna xwe bêyî ku em di navbera rêxistinên terorê da cudahiyê bikin, bidomînin. Dema herêma me ji rêxistinên terorê yên destbixwîn yên wek PKK, YPG, FETO û DEAŞê hat paqijkirin aramî, îstikrar û geşedana aboriyê jî wê zêde bibe."

Serokomar Erdogan behsa mijara Qibrîsê jî kir û bal kişand wekheviyê û wiha got: "Di mijara Qibrîsê da wekheviya desthilatdar a gelê Tirk ê Qibrîsê û statuya wê ya navneteweyî ya wek hev ji bo çareseriyê mifte ye. Ez dixwazim hemû welatên dost û bira ji bo çareseriya mijara KKTCyê bila bê darizandin mijarê binirxînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın