Ekip
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva: "Em Qudsa Rojhilat wek paytextê Filistînê nas dikin û divê em li gor sînorên 1967an teşwîq bikin ku dewletên din jî Qudsa Rojhilat wek paytext nas bikin."
Civîna Wezîrên Karên Derva ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) li Navenda Kongre û Çandê ya Lutfî Kirdar dest pê kir. Di destpêka civînê da piştî xwendina Qur'ana Pîroz Çavuşoglu axivî û destnîşan kir ji bona ji zilmê ra bibêjin "bes" civiyane.
Çavuşoglu destnîşan kir hefteya borî Amerîkayê bi biryara xwe ya li ser Qudsê wijdana mirovahiyê birîndar kir û got biryara Amerîkayê hewla dagirkirina Qudsê ya Îsraîlê meşrû dike.
Mevlut Çavuşoglu diyar kir dixwazin umeta Îslamê li hember vê rewşê bêdeng bimîne û wiha got: "Lê em ê tu wextê bêdeng nemînin. Ez zordestî îhtimala aştiyê ji holê rakir. Biryara Amerîkayê ji bona me di hikmê tunebûnê da ye."
Çavuşoglu destnîşan kir endamê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara ku îmze kiriye binpê dike.
Wezîr Çavuşoglu got ku lazim e dewleta Filistînê ji hêla hemû dewletên din va bê naskirin û wiha pê da çû: "Ji bo vê lazim e em hemû bi hev ra bixebitin. Li aliyekî Îsraîla ku bi biryara Neteweyên Yekbûyî hatiye pesendkirin ku dagirker e heye û li aliyê din jî Filistîna ku ji hêla civaka navneteweyî va tê qebûlkirin ku ax û welatê wê hatiye dagirkirin heye. Di pêvajoya niha li pêş me da ji bo pêvajoya aştiyê ya ji bo wekî dewlet naskirina Filistînê êdî ne mimkun e bimeşe û lazim e ev naskirin êdî pêk bê. Em yên ku Qudsa Rojhilat wek paytextê Filistînê qebûl dikin lazim e ji bo vê yekê bi welatên din jî bidin naskirin hewl bidin."
Çavuşoglu destnîşan kir ku di vê mijarê da yekîtî û bihevratiya filistîniyan gelekî girîng e û lazim e ew têkoşîna xwe di çarçoveya hiqûqê da bidomînin û destûrê nedin provakasyonan.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bal kişand ser THÎ û mekanîzmayên din ên ku divê di vê mijarê da piştgiriyê bidin û wiha dewam kir: "Emê destûrê nedin ku dest dirêjî pîrozî û statuya dîrokî ya Qudsê bikin."
Di axaftina xwe da Çavuşoglu got ku civîna îro tê kirin wê liberxwedana umeta Îslamê nîşan bide.