İbrahim Atmaca
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Dîrektorê Neteweyî yê Konseya Têkiliyên Amerîka û Îslamê (CAIR) Nîhad Awad civîna derasayî ya ku Teşkilata Hevkariya Îslamê (THÎ) li Stenbolê li ser Qudsê kir, ji aliyê Filistînê va dîrokî ye û civîn wê derbeyeke stratejîk li Amerîkayê bide.
Li Enstîtuya Polîtîkayên Kurewî (GPI) ku navenda wê li Washingtonê ye û girêdayî Zanîngeha Navneteweyî ya Bahçeşehirê ye, bi sernava "Qudis: Çareserî ye an Pirsgirêk e?" panelek hat lidarxistin û Awad tê da axivî.
Awad li ser biryara Trump a li ser Qudsê sekinî û got ku "li ser paşî û pêşiya wê nefikiriye" û biryar "bi talûke" ye. Awad got ku Trump bi vê gava ku avêt va berjewendiya xwe kir pêşiya berjewendiya Amerîkayê.
Awad li ser pirseke dengvedanên civîna THÎyê ya ku li Stenbolê kir jî bi bîr xist ku ev teşkîlat piştî ku Îsraîlê di sala 1969an da agir berda Mescida Eqsayê, wek Rêxistina Konferansa Îslamê ava bû.
Awad diyar kir ku 57 endamên teşkîlatê hene, piştî Neteweyên Yekbûyî di nav dewletên herî mezin da teşkîlata herî mezin e û endamên wê yên xurt ên wek Tirkiyeyê hene û wiha dewam kir: "Civîna THÎyê û tê da şermezarkirina Serok Donald Trump, li dijî Amerîkayê derbeyeke stratejîk e."
Awad bi bîr xist ku Urdinê cara ewil Amerîka rasterast rexne kir û got ku ev rewş ji bo Amerîkayê nebaş e
Awad li ser pirsa ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Qudsa Rojhilat wek paytextê Filistînê îlan kir jî wiha got: "Ev rasterast encama polîtîkaya Trump e û ji bo naskirinê kampanyayeke navneteweyî ye.
Awad destnîşan kir ku civata navneteweyî wê banga Erdogan bişopîne, ev banga Erdogan wê li dijî Amerîkayê cesaretê bide hêzên wek Rûsya û Çînê jî.