18 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
WASHINGTON (AA) - Konseya Têkiliyên Amerîkan-Îslamê (CAIR) bang kir, êrîşa ku jetên Amerîkayê di navbera Heleb û Îdliba Sûriyeyê da kir, gelo mizgeft bû hedef an na, bila ev bi awayekî "zelal" were lêkolînkirin.
CAIR li Amerîkayê saziya civata sivîl a misilmanan a herî mezin e. Di daxuyaniya CAIRê da hat xwestin ku li ser êrîşa asîmanî ya ku Amerîkayê kir, lêpirsîn were kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Gelo dewleta me li Sûriyeyê di dema nimêjê da bi dehan sûriyeyî hedef hilda an na, em dixwazin ku ev ji her alî va bi awayekî zelal were lêkolînkirin. Divê encama lêpirsînê ji gel ra were daxuyandin. Heke ku êrîş ji aliyê me va nehatibe kirin, divê îdia werin redkirin, lê heke êrîş ji aliyê me va hatibe kirin, divê çi gav hewce dikin, werin avêtin, berpirsiyarî were hildan. Di têkoşîna dijî DEAŞ û terorê da bi kuştina sivîlên sûriyeyî va tu encam nayê bidestxistin."
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) kirina êrîşa asîmanî ya li nêzî gundê Cînaya Helebê qebûl kir.