18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
KERKÛK
Siyasetmedarên tirkmen ên li Kerkûka bajarê Iraqê hatin bal hev ji daliqandina alaya HKIyê û Iraqê ku bi hev du ra li avahiyên hikûmetê yên li Kerkûkê hatin daliqandin aciz bûn û bertek nîşan dan.
Rayedarên Partiya Eniya Tirkmenan (ITC), Partiya Heq a Tirkmenan, Partiya Tirkmeneliyê, Partiya Biryarê ya Tirkmenan û Partiya Dadê ya Tirkmenan li navenda Tevgera Neteweperwer a Tirkmenan a li Iraqê hatin bal hev û bi danezaneke hevpar xwestin ku bila Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm dev ji wê biryara xwe ya alayê berde.
Alîkarê Serokê ITCyê Hesen Turan li ser navê partiyên siyasî yên tirkmenan danezana hevpar xwend û got: "Bi wesîleya Cejna Newrozê li Kerkûkê bi avahiyên hikûmetê va tevlî alaya Iraqê daligandina alaya HKIyê teqez li dijî makezagonê ye. Em wisa dibînin ku ev gav wek fîtneyê berî nav kerkûkiyên bi hezar salan e tevlihev dijîn bidin û wisa dinirxînin."