Türkan Tosun
02 Hezîran 2020•Rojanekirin: 02 Hezîran 2020
Berdevkê Eskerî yê Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Hêzên Çekdar Yehya Resûl di daxuyaniya xwe da wiha got: "Li ser telîmata Serokwezîr Kazimî li başûrê rojavayê Kerkûkê dijî DEAŞa rêxistina terorê bi navê "Qehremanên Iraqê" operasyon hatin destpêkirin."
Resûl got operasyon ji 5 şaxan dewam dikin, ji bo îstiqrar û ewlehiya Iraqê operasyon tên kirin û bi van operasyonan va herêm wê ji bermayiyên DEAŞê bê paqijkirin.
DEAŞ li der û dora Kerkûkê car caran dijî eskeran êrîşan dike.