18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
BOGOTA
Misyona Kolombiyayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku endamên Hêzên Şoreşgerên Çekdar ên Kolombiyayê di çarçoveya danîna çekan da 140 sîlah teslîmî çavdêran kirin.
Di daxuyaniya Misyona Kolombiyayê ya NYyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya peymana ku di navbera hikûmet û FARCê da hatibû îmzekirin a di 1ê adarê da dest pê kiribû rêxistinê 140 sîlah teslîmî çavdêrên Mekanîzmaya Piştrastkirin û Şopandinê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xebatên li 26 herêmên ji bo çekdanînê hatine avakirin dewam dikin, wek mayîn jî ji bo îmhekirina teqemeniyên di destê rêxistinê da karên qeydkirinê dewam dikin.
Bi vê xebatê va FARCê di encama şerê ku 50 sal e dewam dike da dest pê kir xatirê xwe ji sîlahan dixwaze. Ji ber ku li kampên komkirinê xebatên avakirinê dereng dimeşin teslîmkirina çekan teze dest pê kir.
Di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARCê da di 2yê cotmeha 2016an da peymana aştiyê hatibû çêkirin û peyman biribûn ber destê gel, di referandumê da ji sedî 50,24ê gelê Kolombiyayê ji bo peymanê gotibû em naxwazin.
Herdu alî di 12ê mijdara 2016an da li Havanaya paytextê Kubayê hatin ba hev û li ser peymaneke aştiyê ya teze xebitîn û di 24ê mijdara 2016an da Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrîgo Londono jî peyman îmze kirin.
Li Kolombiyayê ji ber şerê navxweyî yê ku qasî 50 salan dewam kir kêm zêde 260 hezar kes mirin û 6 milyon kes jî ji cî û warên xwe bûn.