Dinya

Li ber Qesra Spî biryara Trump a kêmkirina penaberan hat protestokirin

Rêvebiriya Amerîkayê wê di çarçoveya budçeya sala 2019an da biryara heta 30 hezarî daxistina kotaya penaberan qebûl bike û ev biryar li ber Qesra Spî hat protestokirin

İbrahim Atmaca  | 19.09.2018 - Rojanekırın : 20.09.2018
Li ber Qesra Spî biryara Trump a kêmkirina penaberan hat protestokirin

Washington DC

WASHINGTON 

Rêvebiriya Amerîkayê wê di çarçoveya budçeya sala 2019an da biryara heta 30 hezarî daxistina kotaya penaberan qebûl bike û ev biryar li ber Qesra Spî hat protestokirin.

Saziyên civata sivîl ên Amerîkayê û Konseya Têkiliyên Amerîka-Îslamê ku li welêt ji parastvanên herî girîng ên misilmanan e, biryara qebûlkirina penaberan a Serokê Amerîkayê Donald Trump û rêvebiriya wî protesto kir.

Xwepêşandêrên ku piraniya wan Amerîkayî ne, li dijî biryara ku du Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo duruşme berz kirin, bi dowîz û pankartên destê xwe va gotin ku biryar ne li gor nirxên Amerîkayê ye.

Berpirsê Konseya Têkiliyên Amerîka-Îslamê (CAIR) Robert McCaw di axaftina xwe da got ku ev biryar merivên herî naçar û bêweş ên dinyayê dixe hedef û ev jî dide nîşan ku Trump çiqas bê merhemet, nijadperest û dijminê biyaniyan e. McCaw got ku divê kongreya Amerîkayê li dijî vê biryarê derkeve.

Wezîrê Karên Derva Pompeo duh daxuyandibû ku Amerîka wê di sala malî ya nû da hejmara penaberan 15 hezarî kêmke û ji 45 hezaran daxe 30 hezarî.

Di dewra Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama da ji 1ê cotmeha 2015an pê va sozê hildana 85 hezar penaberan hatibû dayîn, lê di dawiya salê da 22 hezar di bin hedefê da mabû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.