Dilara Karataş,Ecem Şahinli Ögüç
02 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2025
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump bal kişand ku Amerîka bûye pêkeniyê hemû dinyayê û ji bo êrîşên li welêt sedema "pirsgirêka sînor û lîdertiya qels" destnîşan kir.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "Truth Social"ê êrîşên li Amerîkayê hatin kirin, nirxandin.
Trump, demokrat û peywirdar bi cîbicînekirina peywira xwe va tawanbar kir û wiha got, "Welatê me bûye bobelat û pêkeniyê hemû dinyayê. Bi sînorên vekirî û bi lîdertiyeke qels va ya bêbandor û hetta tu bêjî tuneye, tişta ku bibe jî ev e."
Trump her wiha rêveberiya Serok Joe Biden tawanbar kir û got, "Demokrat divê şerm bikin ku îzin dan ku li welatê me ev, biqewimin."
- Amerîkayê bi êrîşan va gav avêt sala nû
Li New Orleansê li ser Kolana Bourbonê di saetên ewil ên sala nû da wesayîtekê ajotibû ser qelebalixê û di encamê da 10 kes miribûn û herî kêm 35 kes jî birîndar bûbûn.
Dîsa di roja ewil a sala nû da li ber otêla "Trump International" a li bajarê Las Vegasê, wesayîteke marqe Tesla teqiyabû û şewitîbû û hatibû ragihandin ku di vê bûyerê da jî 7 kes birîndar bûn.