Rhodes li Washingtona paytextê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Navenda Çapemeniya Biyanî civîn li dar xist. Rojnamevanekî jê pirs kir û got: "Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Barack Obama demeke dirêj e ku li ser têlefonê jî bi hevdu re xebernedane. Gelo dibe ku sedem bûyerên Parqa Geziyê, Operasyonên ku navenda wan Stenbol bû û rûdanên dawî bin?" Rhodes bersiv da û diyar kir ku têkiliya di navbera Serok Obama û Serokwezîr Erdogan de baş e û dema ku meriv li bûyerên herêmê dinêre dibîne ku DYA û Tirkiye bi hev du re tevdigerin.
Rhodes destnîşan kir ku Tirkiye di nav xwe de bi gelek meseleyan re mijûl bûye û wiha dewam kir: "Dibêjin ku ev zehmetiyên ku Tirkiye mijûl kirin ji rûyê DYAyê bû. Em van hemû îdiayan red dikin û qebûl nakin. Em bi tu awayî eleqeya xwe bi meseleyên nav Tirkiyeyê nakin. Lewra zehmetiyên nav wê dewletê bi DYAyê ve girêdidin, gava tiştekî nexweş dibe, dibêjin DYAyê kiriye. Em van hemû îdiayan red dikin."