22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş got ku ew daxuyaniya wezîrên HDPyî şermezar dikin û wiha dewam kir, "Em van hemû gotinan çewt dibînin û bi tundî red dikin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, piştî civîna Lijneya Wezîran a li Koşka Çankayayê hat lidarxistin daxuyanî da. Kurtulmuş got: "Ev birayên me yên wezîr, bi daxwaza xwe ji hikûmetê veqetiyan. Piştî veqetînê daxuyanî dan, qala mijarên ku di civînê de qet li ser nesekinîn kirin. Tê femkirin ku van birayên me, li ser telîmeta hin kesan daxuyanî da. Ji ber vê yekê dixwazim li vir ragihînim ku, elaqeya vê daxuyaniya çapemeniyê bi mijarên ku li hundir ser axivîn de tune ye."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş got ku îstîfakirina van wezîrên me kiryareke medenî ye û wiha dewam kir: "Bêyî nîqaşkirinê, di demeke kurt de îstîfaya xwe dan. Piştî axaftina wan Birêz Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku, di mijarên ku wan parve kir de wekî wan nafikire. Piştî axaftinê spasiya wan kir."