22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) Alî Haydar Konca wiha got: "Me di Lijneya Wezîran de, sedema îstîfakirina xwe diyar kir. Birêz Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî dîtinên xwe yên ser mijarê ragihand û got ku hinceta hûn nîşan didin rast nîne. Me jî spasiya wî kir û em vegeriyan."
Piştî ku Serokwezîriyê îstîfaya Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Alî Haydar Konca û Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan ragihand, wezîrên HDPyî li navenda giştî ya partiyê, civîna çapemeniyê li dar xist. Konca, di civînê de danezana partiyê xwend û piştre pirsên rojnamegeran bersivandin.
Konca li ser pirsa 'Gelo di civîna Lijneya Wezîran de ji ber îstîfakirinê nîqaş çêbûn an na?' got: "Li ser mijarê nîqaş çênebûn. Me hincetên xwe yên îstîfayê bi awayekî net anî ziman. Me astengiyên ji ber bûyerên Cizîrê derketin pêşberî me, wek wezîr miameleya ku li me kirin diyar kir û me da zanîn ku ev tevger nayên qebûl kirin. Ez ji Vartoyê me. Li Vartoyê mizgeft, cemxane û goristan tên bombebaran kirin. Min di lijneyê de got, ji ber ku ez jî di vê lijneyê de me, bi têlefonê li min digerin û ji ber bûyeran laneta xwe li min tînin. Min ev hemû bi hûrgilî ragihandin."
Konca diyar kir ku di Lijneya Wezîran de tenê Serokwezîr Davutoglu axivî û piştî guhdarkirinê îstîfaya wan qebûl kir.
Konca got ku dema bûyerên li Cizîrê qewimîn, Wezareta Karên Navxweyî û walî nikaribûn krîzê birêvebibin û wiha dewam kir: "Di bûyerên Cizîrê de, Birêz Wezîrê Karên Navxweyî û walî li herêmê nikaribûn krîzê kontrol bikin. Min bi israr têlefonê wan kir; lê min wekî mixatab negirtin. Qala xendekên li herêmê hatin kolandin kirin. Ev tevgera wan a li hemberî min nayê qebûlkirin."
Hat destnîşankirin ku ji bo wezaretên ku vala bûn wê di demeke kurt da wezîr werin tayînkirin.
Serokwezîriyê ragihandibû ku Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Alî Haydar Konca û Wezîrê Pêşketinê Muslum Dogan îstifayên xwe pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davutoglu kirin û Davutoglu jî qebûl kir.