Polîtîka

Di doza Canan Kaftancioglu dihat darizandin da biryar derket

Canan Kaftanciogluya Seroka CHPyê ya Stenbolê di doza ku ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî da dihat darizandin 9 sal û 8 meh û 20 roj cezayê hepsê xwar

06.09.2019 - Rojanekırın : 07.09.2019
Di doza Canan Kaftancioglu dihat darizandin da biryar derket

Istanbul

Canan Kaftanciogluya Seroka CHPyê ya Stenbolê di doza ku ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî da dihat darizandin ji ber sûcên "bi eşkereyî biçûkdîtina Dewleta Komara Tirkiyeyê", "ji ber wezîfeyê heqareta li wezîfedarên dewletê", "heqareta dijî Serokomar", "di navbera gel da derxistina kîn û neyartiyê" û "propagandaya rêxistina terorê" 9 sal û 8 meh û 20 roj cezayê hepsê xwar.

Di rûniştina dozê da ku li Dadgeha Cezayê Giran ya 37emîn ya Stenbolê hat kirin piştî parastina parêzeran gotina dawîn ya Kaftanciogluyê hat hildan.

Kaftanciogluyê destnîşan kir wê tu wextê gotina wê ya dawîn tunebe û wiha got: "Demsala 'em'ê dest pê kir û wî wenda kir. Em bi ser ketin û 80 milyon bi ser ket. Biryar çi dibe bira ez ê dev ji fikr û gotinên xwe bernedim. Lewra demsala 'em'ê dest pê kir, wî wenda kir û em bi ser ketin."

Peyra dadgehê navber da û piştî mizakereya heyetê biryar hat eşkerekirin.

Canan Kaftanciogluya Seroka CHPyê ya Stenbolê di doza ku ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî da dihat darizandin ji ber sûcê "bi eşkereyî biçûkdîtina Dewleta Komara Tirkiyeyê" salek û 8 meh, ji ber sûcê "ji ber wezîfeyê heqareta li wezîfedarên dewletê" salek û 6 meh û 20 roj, ji ber sûcê "heqareta dijî Serokomar" 2 sal û 4 meh, ji ber sûcê "di navbera gel da derxistina kîn û neyartiyê" 2 sal û 8 meh û ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" salek û 6 meh bi tevahî 9 sal û 8 meh û 20 roj cezayê hepsê xwar.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.