BÛRSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç li Bûrsayê beşdarî "Lûtkeya Aboriya Balkanan a Navneteweyî" bû û wiha axivî: "Ji bo kesên wek me, yên ku aştî û aramiyê dixwazin, divê em hevkariya aboriyê û bihevrebûnê ji xwe re bikin armanc û li gor vê tevbigerin."
Arinç bal kişand ser rewşa Balkanan û diyar kir ku divê herêm baş bê zanîn û wiha dewam kir: "Lazim e ku herêma Balkanan ji nû ve bê nasandin û wek berê dîsa xurt bibe û pêş ve biçe."
Di dewama daxuyaniya xwe de Arinç aborî û siyasetê şiband cêwiyên Siyamê û wiha pê de çû: "Cêwiyên Siyamê çawa ku nikarin ji hev bibin aborî û siyaset jî wisa nin, lewra ew jî wek cêwiyan bi hevdu ve zeliqandîne. Dema ku siyaset baş be rewşa aboriyê jî baş e, lê dema ku ji wan yek ne baş be li ser ya din jî bi bandorê dike û wê jî xera dike. Lê ji bilî van tiştan em li Tirkiyeyê dibin xwediyê hin tecrubeyên nû".