03 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
HANGCOU
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry li Hangcouya bajarê Çînê hatin ba hev.
Hevdîtina Çavuşoglu û Kerry qasî saetekê dewam kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin di hevdîtinê da li ser têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî û pêvajoya îadekirina Gulenê serokê FETOyê hat axaftin.
Di hevdîtinê da li ser rojeva herêmê, rewşa Sûriyeyê, bûyerên li Minbic û Cerablusê, têkoşîna dijî DAEŞê ya li Iraq û Sûriyeyê hat nirxandin.