Önder Beyter
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Namzedê AK Partiyê yê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binali Yildirim got, "Biryara gelê Stenbolê li ser ser û çavê me ye, teqez dê biryara herî rast bidin, ez ji dil bi vê yekê bawer im."
Yildirim û jina wî Semiha Yildirimê di hilbijartina Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê ku hat dubarekirin da li Dibistana Seretayî û Navînî ya Emlak Konut Cemil Meriç ya li Tuzlayê dengê xwe dan.
Binali Yildirim gava ji dibistanê derket, daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku wî raya xwe avêt, wezîfeya xwe ya hemwelatîtiyê anî cih û wiha dewam kir:
"Biryara gelê Stenbolê li ser ser û çavê me ye, teqez dê biryara herî rast bidin, ez ji dil bi vê yekê bawer im. Herwiha Ji bo ku Stenbol bibe bajarekî cihanî, hilbijartin firsendeke girîng in ku em tecrubeyên xwe yên salan ku me li seranserê welêt bi dest xistine, bi kar bînin. Ji bo Stenbol û welatê me ev hilbijartin bira bi xêr bin."
Yildirim bal kişand ku di kampanyaya hilbijartinê da dibe ku dilê hin kesan hatibe şikestin û wiha dewam kir, "Dibe ku di navbera hevrikan da jî çêbibe an jî dibe ku ji welatiyên me jî dilê hinekan bişkê. Lêbelê îro roj, roja lihevhatinê ye, roja vegerandina awir û nêrînan a ber bi dahatûyê va ye."
Yildirim herwisa destnîşan kir ku ew ê li Serokatiya Liqê Stenbolê yê AK Partiyê hilbijartinê bişopîne.