Önder Beyter
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Nûnerên AK Partî û CHPyê yên li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) diyar kirin ku di hilbijartina Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê da hin zerf bi mohrên xelet hatine mohrkirin û hinek jê jî bêmohr in û lewma serî li LBHyê dan ku ev deng neyên şewitandin.
LBH jî dê ji bo gotûbêjkirina serîlêdana AK Partî û CHPyê di saet 14.00an da bicive
Nûnerê AK Partiyê li LBHyê Recep Ozel û Nûnerê CHPyê li LBHyê Mehmet Hadimi Yakupoglu her yekî ji LBHyê ra daxwazname şand.
Di daxwaznameyan da hat ragihandin ku hat tesbîtkirin, di hilbijartina Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê da li hin navçeyan mohrên xelet hatin emilandin û ji ber vê yekê jî tevlîhevî derketin holê, li gelek navçeyan jî mohrên ku ji hilbijartina giştî ya parlamenteriyê mane hatine emilandin û herwiha li hin navçeyan jî ji torbeyên dengan, zerfên bêmohr derketin.
Recep Ozel di daxwaznameya xwe da diyar kir ku ev yek, derbeyê li îradeya dengdêran naxe û lewma jî divê ev dengên bi vî awayî neyên şewitandin.
Hadimi Yakupoğlu jî diyar kir ku ev yek ne dijî îradeya gel in û xwest ku ev zerf û rayên ku hatine avêtin, neyên şewitandin.
Herwiha hat ragihandin ku LBH dê di saet 14.00an da bicive da ku serîlêdanan gotûbêj bike.