Atalay der barê hevdîtin û guftûgoyên ji bo pêvajoya çareseriyê ku hê jî dewam dikin de wiha got: "Hikûmet ji bo pêvajoya çareseriyê bibe serî pir hesas tevdigere, lewra pêvajoya çareseriyê ji bo hikûmetê yek ji meseleyên herî hesas e. Hevdîtin didomin, hemû derî vekirîne û guftûgo jî dewam dikin."
Hin dîmenên Serokê PKKyê Abdullah Ocalan yên ku di dema jêpirsîna wî de hatine kişandin li ser malperên înternetê hatin belav kirin. Der barê van dîmenan de ji Atalay hat pirsîn, 'Gelo hûn ji bo van dîmenan çi dibêjin?' Atalay jî wiha got: "Dema ku Ocalan hat qefaltin jî hin dîmenên wiha hatin weşandin. Ji bo min ev mesele nû nîne. Ev dîmen di destê hin kesan de bûn û wan jî bi navbeynkariya Partiya Karkeran ve belav kirin. Yanî ev dîmen di destê leşkeran de ne, ji wan hin kes teqawid bûne û hin kes jî niha di girtîgehan de ne. Dibe ku dewama van dîmenan jî hebe. Lê li gor min tiştekî pir bi bandor nîne."