Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da rojnamevanan û got ku "Lêpirsîneke wekî lêpirsîna sazîbûna parelel, lêpirsîna dewleta parelel tune ye."
Arinç der barê îdiayên ku dibêjin xebatkarê rojnameyekî yê ku rajêra wî Ezerbeycan e bi hinceta ku di çapemeniya civakî de peyam weşandiye, derxistin derveyî sînorê welêt wiha axivî: "Di 31ê Kanûna Pêşîn de maweya wî temam bibû û divabû ku Tirkiyeyê terk bike lê digel vê yekê bi qasî 2 mehan li Tirkiyeyê maye û pişt re cezayê xwe daye û derketiye derveyî welêt. Di nava wê sîstemê de kirineke ku hikûmetê sucdar derxîne û bibêje 'ji ber ku tenê twît avêtiye hûn wî derdixînin derveyî welêt' tune ye."